Nava demekî berê de, welatê Hesenan û Heyderan de, sê
mîr dijîyan. Ev her sê mîr jî, kurên mîrên mezin û dewlemend bune. Navê mîrê
mezin Qol Mistefa, navê mîrê navî Qol Silêman û navê mîrê piçûk Qol Qasim bu.
Dîyên Qol Mistefa û Qol Silêman yek bu,
lé belé Dîya Qol Qasim ji wan cuda bû.
Xwîşkekî wan mîran hebu. Navê wê
“
Seyré ” bu. Dîya Seyré û Qol Qasim yek
bu.
Seyrê Xatun çardeh – panzdeh salî bû. Delaltîya Seyré
Xatun, nav gelek welatan de wek destaneke mezin dahate gotin.
Li cem birayên Seyrê, li cem mîran, ciwanek hebû.
Alîkarîya wan dikir. Navé wî “ Elîyé Mamed ” bû. Ciwanek jêhatî bu. Elîyê Mamed
kur apê wan bu. Nalet navé feqîrîyé be. Qedera Elîyé Mamed jî, ji bo feqîr û
bêpere bû, li cem kurên apê xwe xulamtî dikir.
Rojek
mêvanên sê mîran hatibu. Mêvanên Mîran bi hezar hespan hatibun. Xizmeta mêvanan
jî, li ser pişta Elî ma bû. Xwarna wan amade kiribû. Dema xwarinê de Mîrê mezin
gazî Elî kir :
-
Elî! Kuro Elî! Zu
were. Xwarin qirika mêvanan de maye. Hare av bîne.
Elî
jî, nava Qesir de digerî ya ku av bibîne. Xwe, bé misade odeya dawî xist. Derî
vekir u çi bibîne. Seyré runiştî ye u xwe eyné temaşe dike û poré xwe şe dike.
Elî, li ber delaltîya Seyré gelek heyran ma bu. Seyrê u Elî wê rojê hevdî dîtibun û evîndarê hevdî bûbûn.
Seyrê,
dema berê de nizani bu, Elî kurapé wê ye. Lê belê paşî hîn bû bu û mesela wî ji
Elî gohdarî kiri bu.
Rojek
Seyré ji Elî re got,
-
Eger ku hez
kirina te, hez kirineke rast be, min birevîne.
Elî
got :
- Seyré! Der ji
min berde. Nikarim ez te birevînim. Zilma mîran
mezin e û zor e. Ez lawekî feqîr û belengaz im. Ez ê çawa te birevînim.
Tu kesekî jî nasnakim. Keleha Comanîyé de Îskané Gulîxan Beg heye. Navê wî
bihîstîme. Qet wî jî nedîtîme.
Seyrê
ji Elî re got:
-
De rabe! Min
birevîne Keleha Comanîyê. Îskanê Gulîxan Beg, navê Mîrîtî yê reş nake û me li
ba xwe wê bistirîne.
Elî
jî bê çare gotinên Seyrê bawer kir û Seyrê revand, bir Keleha Comanîyê. Çun ber
hizura Îskané Gulîxan.
Îskanê Gulîxan, wan gohdarî kir û ji wan re got:
-
Netirsin. Win ê
li ba min bimînin. Tu kes nikare we ji vir ê derx e.
Lê
belê, dilê Îskanê Gulîxan jî, li ber delaltî ya Seyrê helîyabu.
Îskanê Gulîxan, roja dinê, wa her du evîndarî, bi
mahrekî sexteyî zewicand. Cihên wan jî eynî odeyé amade kir û wan şand odeya
zavatî yê. Elî u Seyré çun odeya xwe u razan. Derengîya şevê, Îskanê Gulîxan,
bi şurên xweyî tuj çu odeya Elî û Seyrê. Elîyê reben li nav nivîn de kuşt.
Seyrê, bi qêrîn u hawarî, xwe ji wirê xilaskir u revîya daristane.
Seyrê, bi heftîya, nav daristanê de ma. Seyrê, bi ejalê
hov re bûbu heval û dost. Rojek, Seyrê, nav daristané de feqîyekî medrese yê
dîti bu. Jê re Çîroka xwe got.
-
Feqîyê birayên ezîz! De hare welatê Heyderan û Hesenan. Li wirê Qol Qasim
bibîne. Çîroka min hawar u qêrîna min bigîjîne birayé min î Qol Qasim.
Feqî
jî, bil ez çu welatê Heyderan u Hesenan. Qol Qasim gerîya û dît. Çîroka Seyrê
jê re got. Hêstirê Qol Qasim mînak barana Xezebê ji çavên dahat xwar.
“
Wey kurapê min î cengawer Elîyê Mamed, û wey xwîşka minî delal Xatuna Seyrê. Çi
qewimî ye li ser serê we.
Qet neseknî. Bi hezaran kesan li ser hespan erîşî
Keleha Comanî yê kir u Îskanê Gulîxan Beg kuşt. Nav daristan ê de xwîşka xwe
gerîya û dît.
Êşa Elîya Mamed, her tim dilê Seyrê de şîn dabu. Ji
ber vî yekî jî qet nezewicî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder